Bi tevlîbûna Wezîrên Derve yên 12 welatên Erebî û Îslamî yên Rojhilata Navîn, li paytexta Erebîstana Siudî civînek hat lidarxistin.
Di civînê de hate gotin, divê Îran demildest êrişên xwe bisekinîne.
12 dewletên Rojhilata Navîn di civînê de daxuyaiyek dan.
Di daxuyaniyê de beşdarvanên civînê êrişên Îranê yên li ser baregeh û navendên dîplomasî, jêrxana aborî, deverên niştecihbûnê ya welatên herêmê wek êrişên dijminane binav kirine û gotine ku ti hincetek ji van êrişan re nîne.
Her wiha hat diyarkirin ku mafê dewletên herêmê heye ku li gor madeya 51 a lihevkirina Neteweyên Yekbûyî parastinê li welatê xwe bikin.
Dewletan daxwaz ji Îranê kirine ku demildest êriş û dijminkariya xwe bisekinîne û rêzê li yasayên navdewletî bigre û ji bo çareseriya qeyranan serî li dîplomasiyê bigre.



