Şêniyên bajarê Dêrikê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku beriya Newrozê dîlgirtiyan serbestberde û got “Her tifaqeke ku serbestberdana dîlgirtiyan misoger neke kêm e.”
Bi nêzîkbûna cejna Remezanê û Newrozê re, şêniyên bajarê Dêrikê banga serbestberdana şervan û sivîlên ji aliyê komên hikumeta demkî ve dîl hatine girtin, kirin.
Şêniyê bi navê Raman Îsmaîl diyar kir ku doza serbestberdana girtiyan mijareke girîng e û got: “Ji destpêka êrişên li ser herêmê (Çile 2026) ve gelek zarokên me dîl hatin girtin. Ev dosya bûye birînek di bedena civaka me de. Em pêkanîna benda pevguhertina dîlgirtiyan û serbestberdana wan wekî ezmûna rasteqîn a duristbûna her lihevkirinekê dibînin.”
Raman Îsmaîl îşaret pê kir ku serbestberdana dîlgirtiyan benda herî girîng e ku gel bi tirs û hem jî bê sebir li bende ye. Raman Îsamîl xwest ku ev dosya zû were çarserserkirin û dîlgirtî vegerin nava malbatên xwe.
Şêniyê bi navê Lawîn Hewas jî destnîşan kir ku pirsgirêka girtiyan birînek di dilê her kesî de ye û mijareke mirovî ye ku divê ji hemû hesabên teng mezintir be. Lawîn Hewas bang li hikumeta demkî kir ku berpirsyariyên xwe yên li hember vê dosyayê bi cih bîne û girtiyan neke kaxeza zextê yan jî mijara bazarên siyasî.
Lawîn Hewas di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şervanên dîl hatine girtin li hemberî terorê bedena xwe kir mertal û di rêya rûmet û azadiya tevahiya Sûriyeyê berdêlklên giran dan. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku ji bo dîlgirtî werin berdan erkên xwe bi cih bînin û zexteke cidî bikin û got: “Yên hatine berdan tenê komek bû, lê êşa bi sedan malbatên li benda zarokên xwe ne bi dawî nake.”
Şêniya bi navê Eyşe Ebdî siyaseta derengxistinê ku hikumeta demkî der barê dosyaya dîlgirtiyan de dimeşîne şermezar kir û wiha domand: “Ev derengbûyîn birîna me kûrtir dike. Newroz nêzî dibe. Hêviya me ya yekane ew e ku di cejnê de zarokên me di nav me de bin.”
Eyşe Ebdî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila tevahî cîhan qîrîna dayikên dîlgirtiyan nê li benda zarokên xwe bibihîze. Her tifqake ku vegera zarokên me misoger neke, kêm e.”


