Xelkê Siwêdayê û malbatên Kurd li Qada Keramê ya bajêr agirê Newrozê ku sembola berxwedanê ye vêxist.
Ev çalakî bi hevkariya Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê pêk hat.
Hat diyarkirin ku Newroz cejna azadî, vejîn û nûkirina hêviyê ye.
Beşdaran da zanîn ku vêxistina agirê Newrozê li nava Siwêdayê yekitiya vîna gel nîşan dide.



