Ji ber rewşa hewayî Newroza Amûdê jî taloqî 24’ê Adarê hat kirin.
Biryar bû şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê Newrozê îro li gundê Çaxir Bazar pîroz bikin Lê ji ber barana zêde ku ji saetên serî sibeha ve dibare, çûna şêniyan a cihê Newrozê hat astengkirin.
Endamê komîteya amadekar a Newrozê Ebdulbaqî Omer diyar kir ku ji ber rewşa hewayî pîrozbahiya Newrozê ya Amûdê taloqî 24’ê Adarê bûye.
Komîteya Amadekar a Newroza 2026’an ragihandibû ku Newroza Qamişlo, Tirbespiyê, Hesekê û Dirbêsiyê taloqî 24’ê Adarê bûye û diyar kir ku pîrozbahî dê li cihên ku berê hatine diyarkirin saet 11.00’an dest pê bikin.



