Friday 2026/06/12
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Peyama Rêber Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê bikin sala azadiyê 

March 21, 2026
in KURDISTAN
A A
Peyama Rêber Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê bikin sala azadiyê 
Share on FacebookShare on Twitter

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin.
Di peyamê de tê gotin “Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê.”

Pîrozbahiya Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan didome. Di pîrozbahiyê de peyama Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin. Kurdiya peyamê ji hêla Veysî Aktaş ve ku salên dirêj li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re mabû û ya bi tirkî ji hêla aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Aslanê ve hate xwendin.

Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:

“Destana Newrozê bi hezar salan e ku ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve wekî cejna vejînê, berxwedanê û biharê tê pîrozkirin.

Newrozê ruhê berxwedan û vejînê yê gelên me vejand.

Sembol û kesayetiyên Newrozê giyanê vê herêmê nîşan didin. Dehaq temsîla pergala şaristaniya dewletîn e; marên li ser milên wî ku her roj mêjiyê du ciwanan dixwin hovîtiya dewleta Asûrî temsîl dikin, Kawayê Hesinkar remza berxwedana li dijî zilmê ye.

Şerên olî, mezhebî û çandî yên ku hezar sal in li Rojhilata Navîn berdewam in, derba herî mezin e li çanda jiyana hevbeş a di navbera gelan de. Her ku her nasname û her bawerî hewl dide vekişe hundirê qalikê xwe û yê din bike dijmin û bi vî awayî hebûna xwe bidomîne, dûrketina di navbera gelên me de kûrtir dibe. Nirxên me yên hevpar û çanda me ya hevpar tên paşguhkirin, cudahiyên me wek sedema şer tên dîtin.

Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wek hincet hatine dîtin.

Her çi qas şerên olî û mezhebî yên ku sê sedsalan li welatên Ewropî dewam kirin bi Peymana Westfalya ya sala 1648’an hatibin çareserkirin jî, berdewamiya heta îro ya van pevçûnan li Rojhilata Navîn ji bo gelên me bûye sedema trajediyên kûr. Lêbelê, îro derfeta me heye ku çand û bawerî careke din bikarin bi hev re bijîn. Di destê me de ye ku em jîngeha şer û kaosê ya ku li Rojhilata Navîn tê afirandin veguherînin baxçeyê azadiyê ji bo hemû gelan. Em dikarin trajediyên ku li ser me tên ferzkirin berevajî bikin û ji bo gelan jîngeha azadiyê biafirînin.

Niha, rûpelên veşartî yên dîrokê derdikevin holê, îhtîmala aştiyê di navbera gelan de û avakirina neteweya demokratîk zêde dibe. Her ku kevneşopên dewletê yên Sunnî û Şîe û kevneşopên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe.

Îro rûpeleke nû vebûye. Rê ji bo gelên vê herêmê hatiye vekirin ku bi hev re bi awayekî azad bijîn.

Pêvajoya ku me di 27’ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekitiyekê li gorî ruhê Newrozê vejîne.

Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em vê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hemberî her cure şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.

Newroza 2026’an bi hemû geşbûna xwe nûjenkirina vê dîrokê ye. Dîrok niha derdikeve holê, digihîje firsendeke mezin ji bo hişmendiya li ser bingeha nasnameya çandî ya rastîn.

Wate û hêza Newrozê wekî ‘niha’ derdikeve ser dika dîrokê. Newrozên îsal û yên salên pêş xwedî girîngiyeke dîrokî ya bi vî awayî ne.

Newroza 2026’an ji rehên xwe ji nû ve zindî dibe, di kêliya niha de bi gaveke mezin ber bi demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk ve dibe nûjen; rengê Newrozê werdigire.

Cejna Newrozê, wekî di dîrokê de, ji nû ve zindî dibe, bandora xwe li dilê Rojhilata Navîn piştrast dike û careke din wekî sembola yekbûna demokratîk li seranserê herêmê rola xwe dilîze. Nuhabûneke girîng diqewime û ew ê berdewam bike.

Newroz heta niha bi nirxên sembolîk dihat pîrozkirin. Niha, Newroz ne xewnekê yan jî utopyayekê temsîl dike, ew jiyaneke civakî ya pêkhatî û pêşketî temsîl dike. Newroz ew roj e ku em xwe hem ji hêla wateyî ve û hem jî ji hêla fîzîkî ve nas dikin.

Em xwe di Newrozê de ji hemû têkilî û wateyên nebes ên ku bi berdewamî me aciz dikin paqij bikin û em jiyanê bi şêwazeke têkiliyê ya jêhatî, bi kûrahiya wateyê, bi exlaqekî nû ya azadiyê û bi têgihîştineke estetîk a nû hembêz bikin.

Em felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ di hemû têkiliyên xwe de bixin pratîkê û jiyaneke azad bi dest bixin. Em fêm bikin ku Newroz êdî ne hêvî, xewn an teorî ye, ew kêliya sepandina pratîkî ye. Werin em bi hişmendiyeke jêhatî û kûrahiyeke temam a wateyê bersivê bidin vê kêliya sepandina pratîk.

Bi boneya Cejna Newrozê, di destê me de ye ku em vê salê veguherînin saleke azadiya rasteqîn ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û kevneşopiya dostaniyê û hevgirtinê di navbera gelan de ava bikin. Em dikarin bidawîanîna dabeşbûnên etnîk û olî-mezhebî û pevçûnên birakujiyê û bi misogerkirina yekitiya hemû çand û baweriyên olî li ser bingeha azadî û biratiyê vê yekê pêk bînin.

Li hember hilweşîna mezin a civakî û ekolojîk a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, me girêdayî ruhê azadiya Newrozê çareseriyeke modernîteya demokratîk li ser bingeha siyaseta demokratîk, prensîbên ekolojîk û azadiya jinan pêş xist.

Em rê nedin ku Rojhilata Navîn ku çandê diafirîne, ji aliyê hêzên hegemonîk ve bibe qada şer. Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. Dema ku em nexweşiyên neteweperestî û mezhebî li dû xwe bihêlin û çanda dîrokî ya hevgirtinê ya hezar salan di navbera gelên xwe de xurt bikin, tu astengiyek namîne ku em nikaribin derbas bikin.

Mimkun e ku mirov bi ruhê yekitiyê siyaseta demokratîk diyar bike. Heke em bixwazin têkoşîna hezar salan a bindestan tacîdar bikin, cihê vê yekê li Rojhilat jî li Rojava jî ne di hawîrdora çandî ya kapîtalîst de ye, cihê wê hawîrdora azad a Rojhilata Navîn e. Em dikarin entegrasyona demokratîk li van axan li ser bingeha hevdîtineke rasteqîne û mirovahî, yekitî, hevgirtin û dostaniyeke nû nûjen bikin.

Ez cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim û hêvî dikim ku ruhê cejnê aştî û yekitiyê geş bike.

Newroza 2026’an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekitiyê tê pîrozkirin. Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vê ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike ku wekî ‘Roja Nû’ were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet; ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.

Abdullah Ocalan

Girtîgeha Îmraliyê

21.03.2026 ”

Previous Post

Bi hezaran kes li Amedê diherikin qada Newrozê

Next Post

Newroza Qendîlê bi tevlîbûna hezaran kesî dest pê kir

Weşana girêdayî

600 Malbatên din yên Êzîdî vegeriyan Şengalê
KURDISTAN

600 Malbatên din yên Êzîdî vegeriyan Şengalê

Nîlufer Koç: Divê demildest li ser bingehê Yekîtiya neteweyî gavên şênber bên avêtin
KURDISTAN

Nîlufer Koç: Divê demildest li ser bingehê Yekîtiya neteweyî gavên şênber bên avêtin

Li pe Konferansa “Em Îraneke demokratîk bi hev re ava dikin” destpê kir
KURDISTAN

Li pe Konferansa “Em Îraneke demokratîk bi hev re ava dikin” destpê kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye