Partiya Yekîtiya Ermenî êrişên li ser sembol û baweriyên neteweyî, etnîkî û olî şermezar kir û bang li hemû Sûriyeyiyan kir ku sebir û aqilmendî nîşan bidin û rihê biratî û jiyana hevbeş biparêzin.
Di daxuyaniyekê de ku îro hat weşandin, Partiya Yekîtiya Ermenî bal kişand li ser girîngiya rêzgirtina sembolên neteweyî û etnîkî li Sûriyeyê .
Di daxuyaniyê hat gotin “ ji ber bûyerên dawî yên ku bi pîrozbahiyên Nowruzê re pêk hatin, em wek Partiya Yekîtiya Ermenî banga parastina aştiya navxweyî û dûrketina ji her kiryarek ku dikare fitneyê pêk bîne an jî civakê tevlihev bike, dikin. “
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Rêzgirtina sembol û baweriyên neteweyî, etnîkî û çandî erkê her kesekî ye, û her sûcek li dijî wan, tevî daxistina ala Sûriyeyê, kiryarek kesane ya nayê qebûlkirin e ku bi tu awayî helwest an rêgezên pêkhateyên neteweyî temsîl nake. Em her wiha bawer dikin ku hin alî hene ku dixwazin bûyerên weha bikar bînin da ku Sûriyeyê bikişînin nav nakokiyên navxweyî ku tenê xizmeta dijminên neteweyê dikin“.
Partiya Yekîtiya Ermenî her êrîşek li ser sembol û baweriyên neteweyî, etnîkî û çandî şermezar dike, û bang li hemû Sûriyeyiyan kir ku sebir û aqilmendî nîşan bidin û rihê biratî û jiyana hevbeş biparêzin.



