Li Qeterê helîkoptereke artêşa dewleta Tirk ket.3 jê Tirk 7 kes mirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê Tirkiyeyê ketina helîkopterê piştrast kir.
Li gorî daxuyaniyê, helîkoptereke Hêzên Çekdar ên Qeterê, ku di bin Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Qeter-Tirkiyeyê de firîna perwerdehiyê dikir, şevê din ji ber pirsgirêkek teknîkî ket nava deryayê.
Di qezayê de 4 leşkerên Qeter û 3 yên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan.
Rayedaran diyar kirin ku sedema rastîn a qezayê wê piştî lêkolînek berfireh ji hêla rayedarên Qeterê ve were destnîşankirin.Li herêmê di çarçoveya hevkariya leşkerî ya demdirêj a di navbera Tirkiye û Qeterê de xebatên perwerdehiyê yên hevbeş dihatin kirin.



