Îsraîlê li nava xaka Libnanê sînyala berfirehkirina oparasyonên leşkerî da.
Hemwextî fermana xerakirina avahiyên li başûrê Libnanê dayî artêşê de, gefa Beyrûtê veguherîne Xezaya duyemîn jî xwar.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku wî û Serokwezîr Benjamin Netanyahu talîmatên nû dane artêşê.
Li gorî van fermanan, hilweşandina xanîyan li gundên li ser sînorê Libnanê wê bileztir bibe da ku “gefên li ser Îsraîlê ji holê werin rakirin”.
Katz her wiha ragihand ku pirên li ser Çemê Litanî bê bibin armanca êrişên wan.
Sedema vê yekê jî weke cihên “çalakiyên terorîstî” jê pêk tên hat nîşandan.
Li bakurê Îsraîlê, kesek bi roketek ku tê gotin ji Libnanê hatiye avêtin mir.
Li herêma Misghav Am, du wesayît rasterast bûn armanca êrişan.
Hizbullah berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe û diyar kir ku ew cihên ku leşkerên Îsraîlê dagir kirine dikin armanc.
Ny: Li Libnanê ji ber şer bêtirî milyonek kes koçber bûne
Hemwextî van rewşan Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku krîzeke mirovî ya kûrtir li Libnanê çêdibe.
Hat ragihandin ku di sê hefteyên dawî de zêdetirî hezar kes mirine û bêtirî milyonek kes koçber bûne.
Binesaziya tenduristiyê jî bi giranî zirar dîtiye.
Pênc nexweşxane û bi dehan navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine.
Di wextekî rewş bi vî awayî de, Îsraîl gefa Beyrûtê veguherîne xezaya duyemîn li Libnanê xwar.



