Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Siyamend Efrîn bi rêya postekî ku li ser hesabê xwe yên medya civakî belav kiribû,
Diyar kir ku wî di 21’Adarê de li koşka gel ya Şamê, hevdîtin bi serokê Sûriyê Ehmed El-Şerei re kir.
Siyamend da zanîn ku wan niqaşên berfereh li ser mijarên stratejîk û hesas kirin û got:
“Pêwîst e di vê qonaxê de hevgirt hebe.
Rewşa koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û girê spî jî hatin nîqaşkirin.
Ji bo misogerkirina vegera koçberan me biryar da ku komîteyek fermî ava bikin.”
Her wekî destnîşan kir wan, pêşketinên dawî yên di pêvajoya entegrasyonê de û rêbazên çareserkirina pirsgirêka dîlgirtiyan, nirxandin.
Siyamend Efrîn got, civîn bi tekez kirina pêwîstiya yekkirina vîzyonên xwe û xebata bi hev re ji bo bicihanîna erkên xwe, bi dawî bû.



