Nivîsgeha Çapemeniyê ya Pazêgarê Hesekê diyar kir ku Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehemd El Şeri û hejmarek berpirsan re civiya.
Dosyaya vegera koçberan û serbestberana dîlgirtiyan hatin nîqaş kirin.
Di civînê de, mijarên çareserkirina pirsgirêka dîlgirtiyan û xebata ji bo valakirina girtîgehan ji hêla hemû aliyên têkildar ve hate nîqaşkirin.
Mijara vegera koçberên ji bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hatin gotûbêjkirin.
Ji bo vê yekê biryar hat dayîn ku komîteya fermî were kirin ku bi misogerkirina vegera were erkdarkirin.
Di aliyên xizmetguzarî û perwerdehiyê de jî nîqaş hatin kirin ku yek ji wan xebitîna li ser aktîvkirina ava stasyona Elokê.
Di dawiyê de mekanîzmayên ji bo lezandina pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê, bi taybetî yên têkildarî entegrakirina saziyan, hatin nîqaşkirin.



