Duh baregeha Heşdî Şeebî ya li bajarokê Germ ya ser bi parêzgeha Enbarê ve, hat bombebarankirin.
Li gorî medya Iraqê, tabura 27 ya hêzên Heşdî Şeebî ya li bajarokê Germe ya ser bi parêzgeha Enbarê hatiye, bombebarankirin.
Di encama êrişê de, ziyanên canî tune ne.
Piştî êrişê hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê, lê heya niha nayê zanîn ev êriş ji aliyê Îsraîl yan Amerîkayê ve pêkhatiye.



