Rojnameya The New York Times a (DYA) ragihand ku ji bo ku hevdîtinên rawestandina şer dest pê bikin,
DYA’yê 15 şert ji Îranê re şandine.
Hate îdiakirin ku ev şert di ser Pakistanê re ji Îranê re hatine şandin,
Têkildarî mijarên bernameya moşekên balîstîk û enerjiya nukleer a Îranê û Tengava Hurmuzê ne.
Li gorî raporeke N12 Newsê, DYA li ser ragihandina agirbesteke mehekê difikire ku di wê demê de dan û standin bên kirin.
Li gorî raporê, divê kapasîteya nukleerî yê Îranê ji holê bê rakirin, Îran soz bide ku dev ji hewldanên xwe yên ji bo bidestxistina çekên nukleerî berde û hemû uranyuma dewlemendkirî ji Îranê bê derxistin.
Ji rejîma Îranê dixwaze ku fînanse û çekdarkirina hemû hêzên xwe yên vekirî li herêmê rawestîne.
Di çarçoveya peymaneke muhtemel de, Tengava Hurmuzê wek herêmeke derbasbûna azad were ragihandin û vekirî bimîne.



