Partiyên Rojava êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin ku di encamê de 6 pêşmerge şehîd bûbûn.
26 partî û rêxistinên siyasî yên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.Her 26 partiyan got, gelê me yê Kurd rastî êrişên dubare yên ji gelek aliyan ve tê .Di demên dawiyê de êrişeke rasterast li ser (QSD) li Rojava,Êrişa Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û her wiha êrişên dubare li ser Herêma Kurdistanê pêk hatin.”Partiyan diyar kir ku ew wekî partiyên Kurd ên li Rojava, van êrişên dubare yên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin û wan bi sûcên li dijî vîna gelekî ji bo azadî, rûmet û aştiyê têdikoşe, dibînin.”Partî û rêxistinên siyasî di daxuyaniya xwe de bang li hemû partiyan kir ku yekitiya xwe saz bikin da ku mafên gelê xwe bi dest bixin, xwîna şehîdên xwe biparêzin .



