Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwazî li 2 şandeyan kir.
Yek ji wan a Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan e û ye duyem jî ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî ye.Di civîna li gel Wezareta Rewşên Awarte de behsa lehiyan û awayê rêgirtina li ber ziyanên wan hat kirin.
Parêzgerê Hesekê şandeya “NY” û rêxistinên mirovî pêşwazî kir
Her wekî Nûredîn Ehemd li gel şandeyeke NY’yê, rêxistinên mirovî, nûnerên Rêveberiya Avê, Rêveberiya Kar û Barên Civakî, her wiha Heyva Sor a Sûriyê û Heyva Sor a Kurd re civiya.
Di civînê de, rewşa mirovî, şert û merxên kampan, rêbazên vegera koçberan, xebitandina stasyona Elokê hatin nîqaşkirin-Parêzger Nûredîn Ehemd bi taybet behsa girîngiya hevkariyê û xebitandina stasyona Elokê ya avê kir.



