Li Idlibê, aloziyek derketiye.
Ciwanekî ji qebîleya Begara hat kuştin û qebîleyê nerazîbûn nîşan da.
Hat ragihandin ku li herêma Ebû Dihûr a li rojhilatê Idlibê di encama kemîna komeke çekdar de ciwanekî ji qebîleya Begara hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû.
Rûspiyên qebîleya Begara Haşimiyê got ku çekdarên eşîrekê li gundê Hermele kemînek ji ciwanên êla El Bû Asîre danî. Di kemînê de ciwanek hat kuştin, yek birîndar bû û nêzî 10 ciwanên din lêdan xwarin. Çekdar piştî êrişê reviyan.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bûyer ne ferdî ye, lê plankirî ye û ji ber aloziyên berê ye.
Rûspiyên qebîleyê bang li aliylên têkildar ên hikumeta demkî kir ku destwerdanê bikin û hesab ji êrişkaran bixwazin.



