Welatiyan bi daxwaza serbestberdana xizmên xwe yên di girtîgehên hikumeta demkî de, xwepêşandan li dar xist
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, bi dehan şêniyên bajarokên Zakiye, Dêr Xebiye û Meqlîba li qada Komelgeha Xêrxwaziyê a bajarê Zakiye yê gundewarên Şamê kom bûn.
Navendê diyar kir ku girseya xelkê ji qadê ber bi avahiya Wezareta Hundirîn ve meşiya û daxwaza çarenûsa xizmên xwe kirin, ku ji mehên destpêkê yên rûxandina rejîma Baasê ve hatine girtin.
Her wekî şêniyan hêrsa xwe anî ziman û girtina zarokên xwe bêyî sedemeke qanûnî red kir.
Beşdaran pankartên bi daxwaza serbestberdana xizmên xwe vekirin û diyar kir ku berdewama girtina wan, pirsan derbarê çarenûsa wan û kesên berpirsyar de, derdixe holê.



