Êrişeke asmanî li Balafirgeha Meşhedê û Bajarokê Pîşesaziyê yê Xeyamê yê li bajarê Nîşabûrê hate kirin.
Li gorî daxuyaniya Pêywendiyên Giştî ya Parêzgeriya Xorasana Rezewiyê:
Êriş li karwan, hol û avahiyeke nav Balafirgeha Meşhedê hatiye kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrişê de kes nemiriye.
Duh dengê teqînan li çend bajar û bajarokên parêzgeha Xorasana Rezewiyê hat bihîstin.
Ev deng bi taybetî li Meşhed û Nîşabûrê hatin bihîstin.
Cara yekem e êrişî Xorasanê tê kirin
Di şerê 27 rojî yê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, ev cara yekem e ku parêzgeha Xorasanê tê armanckirin.



