Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji bo şerê Îranê zêdetirî 200 keştî û balafirên barhilgir çek û teqemenî veguhestine Îsraîlê.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku tabûrên Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ji bo ku şer bidome pêdiviyên leşkerî dabîn dikin.
Fermandarekî artêşa Îsraîlê yê berpirsê tabûra veguhestina ewle ya Wezareta Parastinê daxuyaniyek da û ragihand:
“Ji destpêka operasyonê ve tîmên me bi şev û roj dixebitin.”
Fermandarê Îsraîlî eşkere kir ku heta niha zêdetirî 200 keştî û balafir gihîştine.
Wan keştî û balafiran kel û pelên leşkerî, çek û teqemenî ji bo eniyên şer birine û da zanîn:
“Hemû ev hewl ji bo wê yekê ne ku em piştrast bin ku dê operasyonên me yên leşkerî bê rawestan bidomin.”



