Serokê DYA’yê ragihand ku li ser daxwaza ji Tehranê hatiye, gefa êrîşê heta 6’ê Nîsanê paş xistiye.
Donald Trump ragihand ku wî dema gefa êrîşê ya li ser binavahiya enerjiyê 10 rojên din dirêj kiriye.
Trump diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza ji Tehranê hatiye girtin û got. Trump hefteya borî gef xwaribû.
Gotibû , heger Tengava Hurmizê ji nû ve neyê vekirin, ew ê êrîşî binavahiya enerjiyê ya Îranê bikin.
Paşê diyar kiribû ku hevdîtin “gelek baş û berhemdar” in û gefa xwe şeş rojan paş xistibû.



