Meclisa PJAK’ê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekitiya Netewî’ re nîşan da û got: “Em bawer dikin ku ev lihevkirin divê bibe bingehek xurt ji bo lidarxisitna konferansek netewî ya berfireh.”
PJAK’ê got, em vê hewldanê wekî têkoşînek aqilmend ji bo yek-kirina şiyanên Kurdan dibînin.
Ji ber em dizanin nebûna yekîtî û parçebûn ji bo Kurdistanê dikare bibe gefa herî mezin.
Her wekî diyar kir ku li hember êrişên DAIŞ’ê, yekitiya hêzên me bûye mertalek pola.
Di ezmûna dawî de, helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojavayê Kurdistanê derket holê.
Vê helwestê îspat kir ku lihevkirina neteweyî tenê garantiya pûçkirina komployên dagirkerane.
PJAK’ê dibêje , armanca hemû hêzên siyasî divê di berjewendiya gelê me de be.
Ji ber vê yekê, em vê projeyê, wekî pêwîst û guncaw dibînin.
Di vî warî de, em piştgiriya partiyên siyasî ji bo vê înîsiyatîfê wekî erkeke netewî pênase dikin.
Herî dawî PJAK’ê got, ev lihevkirin divê bibe bingehek ji bo lidarxisitna konferansek netewî ya berfireh.



