Li gundê Meydana yê gundewarê Efrînê cejna Newrozê ku diyat payin di 27ê Adarê were li darxistin , hat betalkirin.
Ev biryar ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî, yên girêdayî Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye hat dayin.
Li gorî çavkaniyan, karwanek wesayîtên Hêzên Ewlekariyê , digel fermandarê Hêzên Ewlekariyê yê herêma Efrîn, Seraqa Amourî, gihîştin cihê bûyerê.
Li wir niştecih ji betalkirinê hatin agahdarkirin.
Ew jî bi hinceta ku ahengên Nowrozê divê bi 20 û 21ê Adarê ve sînordar bin.
Niştecihan diyar kirin ku karmendên Hêzên Ewlekariyê sehneya ku ji bo ahengê hatibû amadekirin hilweşandin.
Her wiha ala Kurdî ji platforma çalakiyê rakirin û desteser kirin.


