Piştî êrişên Îsraîl û DYA’yê yên li dijî dewleta Îranê û şûnde gaveke bersivdayîna Îranê jî girtina Tengava Hurmuzê bû.
Di dîrokê de heta niha ev der, ji bo kontrolkirina rêyên tîcaretê cihekî taybet bûye.
Girtina tengavê bandora xwe li ser bazara enerjiye ya cîhanê çêkir.
Şerê di navbera Îsraîl/Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de 27 roj li dû xwe hişt.
Di vî şerî de bi sedan welatî û hema hemû rêvebirên Îranê hatin kuştin, gelek binesaziyê dewleta Îranê û avahiyên sivîlan jî hatin rûxandin.
Di bersivdayînên Îranê de jî gelek welatî û leşkerên Îsraîl û DYA’yê hatin kuştin.
Tevî ew qas kuştî û hilweşînê jî, ya ku di vî şerî de ji aliyê çapemeniya cîhanê ve herî zede hat rojevkirin Tengava Hurmuzê bû.
Ev şer li ser Tengava Hurmuzê pêvajoyeke nû da destpêkirin.
Di rojên dawîn de her çiqas rayedarên DYA’yê dibêjin “Em li ser tengavê bi Îranê re nêzî lihevkirinê ne” jî ev yek ji aliyê Îranê ve tê redkirin.
Niha bi sedan keştî di vê tengavê de li benda derbasbûyînê ne, lê Îran di ya xwe de israr dike û dibêjê keştiyên ku bêyî agahiya me derbas bibin em ê lê bidin.
Hurmuz bi wateya etîmolojîk navê xwe ji Avestayê digire.
Tengava Hurmuzê ya ku nêzî 39 km firehiya xwe heye, li bakurê wê Îran, li başûrê wê jî Umman û Îmarat cih digirin.
Di dîrokê de heta niha ev der, ji bo kontrolkirina rêyên tîcaretê cihekî taybet bûye.
Di sedsala 20’an de, piştî ku petrol di nava aboriya dewletên serwer ên cîhanê de dibe xwedî roleke girîng, ev kendav jî dibe xwediyê girîngiyeke stratejîk.
Li gorî statîstîkan heta beriya êrişên DYA-Îsraîlê yên 28’ê Sibata 2026’an ên li dijî Îranê, rojê 20-25 milyon varîl petrola xam di vê kendavê re derbas dibû.
Ev petrol ji welatên derdora Tengava Besrayê (Erebistana Suudî, Iraq, Kuweyt, Îmarat û Qeter) derdikeve û li ser Tengava Hurmuzê belavê cîhanê dibe.
Enerjiya ku li ser Hurmuzê dihat kişandin û firotin, bi piranî diçû welatên Asyayê.
Bi taybet Çîn, Hindistan, Japonya û Koreya Başûr pêwistiya xwe ya enerjiyê nêzî ji sedî 90 ji van welatên li ser Tengava Hurmuzê tedarîk dikin.
Berî ku Hurmuz were girtin varîla petrolê bi 70 dolarî dihat firotin.
Piştî ku Îranê biryara girtina Hurmuzê da, demekê fiyetên varîlekê derket 117 dolaran lê ji ber hewldanên dîplomatîk niha varîleke petrolê daketiye 96 dolaran.
Dîsa li gorî daneyan niha ji ber girtina Hurmuzê gelek dewletên Kendavê îxracata wan di asteke mezin de sekiniye.
Ji giranbûna şerê Rojhilata Navîn diyar e ku dê tevgera bazara enerjiya cîhanê jî bilindtir bibe.
Bazara petrolê ji aliyê şîrketên pirneteweyî yên mezin ve tên birêvebirin.
Ji ber vê berjewendiyên şer şîrket digirin, berdêla şer jî piranî ji aliyê gelê heremê ve tê dayîn.



