Li kêleka Libnan, artêşa Îsraîl li nava xaka Sûrî jî tevgera xwe ya leşkerî zêde kiriye.
Artêşa Îsraîlê du bajarokên girêdayî Quneytîrayê û bi ser malan de girt.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê saet 10’ê şevê derbasî bajarokê Cibata El Xeşeb ê Quneytîrayê bû.
Navendê dazanîn ku yekîneya artêşê bi ser mala xebatkarekî çapemeniyê yê hikumeta demkî de girt, mala wî kontrol kir û ew xist ber lêpirsînê.
Nehat zanîn ku xebatkarê çepemeniyê hat binçavkirin an na.
Hate diyarkirin ku yekîneya artêşa Îsraîlê tevgera xwe li hundirê bajarok ber bi qada sereke ve dewam kir.
Artêş piştre derbasî Mizgefata Xalid Bin El Welîd a ku hîna tê avakirin, bû.
Li wir jî leşkeran bi ser maleke nêzî mizgeftê de girt û kontrol kir.
Hate gotin, yekîneyê piştî tevgera zêdetirî saetekê li bajarok dewam kir, vekişiya baregeha xwe ya nêzî bajarok.
SOHR’ê da zanîn ku yekîneyeke artêşê tevî 4 erebeyên leşkerî derbasî bajarê Selam ê gundewarên Quneytîrayê bû.



