Federasyona Cîhana Kurd bi boneya 27’ê adarê roja şanoyê ya cîhanî, Şanoya Netewî Ya Kurd ragihand
Federasyona Cîhana Kurd ragihand ku, Şanoya Netewî ya Kurd dê bibe neynika nasnameya Kurd a hemdem.
Dê hewil bide kû bibe zimanê civak, gelê Kurd û bibe amûrek ji bo avakirina kesayetiyek erênî ya Kurd.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şanoya Netewî ya Kurd, ku girêdayî Federasyona Cîhana Kurde û hatiye damezrandin.
Ewê bibe yek ji kanalên çandî û şaristanî yên Kurd, ji ber kû Şano yek ji bingehên çand û şaristaniya netewane.
Şanoya Netewî ya Kurd hewl dide bi rêya hunermendên jêhatî û teknîkên nû bigiije vê armancê.
Hûnerek bilind pêşkêş bike ku tevlîheviyek ji peyamek rastîn, bi estetîkek hêja û nûjeniyê be.
Di dawiyê de wiha hate gotin; “Şanoya Netewî ya Kurd dê bibe platformek ji bo teşwîqkirina ramana rexnegir, bilindkirina hişmendiya netewî, mirovî, temaşevanan û pêşkêşkirina pirsgirêkên mirovî, bi taybetî civaka Kurd.



