Şandeyek ku ji nûnerên saziyên jinan ên Hindîstanê pêk dihat, serdana mala Rêber Apo ya li Amarayê kir.
Şande ji bo bernameya Newroza Amedê hatibûn.
Piştî bernameyê serdana mala Rêber Apo ya li gundê Amarayê kir.
Endamên Tevgera Jinên Azad jî tevlî hevdîtinê bûn.
Şande ji aliyê Mehmet Ocalan û Alî Ocalan hat pêşwazîkirin.
Mehmet Ocalan û Alî Ocalan der barê hevdîtina dawî ya li gel Rêber Apo de agahî dan.
Jinên ji Hindîstanê jî xebatên der barê paradîgma Rêber Apo dimeşînin de parve kirin.



