Li gor CENTCOM ji 28ê Sibatê ve zêdetirî 300 leşkerên Amerîkayî li Rojhilata Navîn birîndar bûne.
Fermandarê Hêza Deryayî ya Amerîkayê Tim Hawkins got:
“Ji destpêka operasyona ‘Hêrsa Dastanî’ ve nêzîkî 303 leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.
Piraniya van birînan sivîk in û 273 leşker vegeriyane ser karên xwe.”
Her wiha berpirsekî Amerîkayê yê ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji ajansa AFPyê re got :
Hîn birîna 10 leşkeran giran e. Li gorî amarên herî dawî, di vî şerî de heta niha 13 leşker hatine kuştin.
Ji van leşkeran heft li welatên Kendavê û 6 jî li Îraqê hatine kuştin.
Piştî rûdana şerê DYA-Israîl û Îran şer li hemû Rojhilata Navîn belav bû.
Îranê bi sedan êrişên mûşekî û dronî li ser Îsraîl, welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê pêk anîn.



