Li gor texmînên Wezîrê Derve yê Amerîkayê dê welatê wî di 2 hefteyên bê de şerê li Îranêbi dawî bike.
Marco Rubio piştî civîna wezîrên karên derve yên G7ê ya li Fransayê ji rojnamegeran re axivî.
Rubio li ser dema bidawîhatina operasyona li dijî Îranê got:
Ez pêşbînî dikim di nava du heftiyên bê de bi dawî bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser armancên şer got:
Artêşa welatê me dikare bêyî şandina hêza bejayî ya ji bo nav Îranê bigihe hemû armancên xwe.
Rubio dibêje, Wezareta Şer a Amerîkayê amade ye çeka xwe ji Ukraynayê veguhêze Rojhilata Navîn.



