Tê plankirin ku di 28 û 29’ê Adarê de li Londonê Kongreya Azadiya Îranê bê li darxistin.
PJAK’ê jî ji aliyê nûnerên Komîteya Rêveber a Kongreyê ve bi fermî hat vexwendin.
Tevî vê PJAK’ê ragihand ku piştîvê navê partiya wan ji lîsteya vexwendinê hatiye derxistin.
PJAK’ê got, navên nûnerên partiya me, ji ber tevgerên berevajî prensîbên zelal ji lîsteya vexwendî hatine derxistin.
Ev kiryar ne tenê ji hêla siyasî ve bêkêr bû, lê bi eşkereyî berevajî prensîbên îlankirî yên Kongreyê bû.
PJAK’ê diyar kir ku tiştê ku qewimî ne nîşana xwesteka demokrasiyê, rastgotiya siyasî û exlaqî bû.
Belkû, encama ew tevgerên cudakar û berhema cûrek dûrxistinê û plana li pişt perdeyê nîşan da.
Her wekî PJAK’ê dibêje , pirsa me ji bo organîzator û berpirsên Kongreyê zelal û eşkere ye:
Gelo ev rêbaza jêbirin û nêzîkatiya ferzkirî encama zexta hikûmetek diyarkirî an tevgerek siyasî ye?
Di vî warî de, em li benda bersivek zelal û berpirsiyarane ne.
Bi van kiryaran, gelo ev Kongre ber bi hilberandina mînakek din ya “belavoka awarte” ve diçe?
Herî dawî PJAK’ê got, kongreya Azadiya Îranê li gor perspektîfa me li dijî pîvanên demokratîk tevgeriyaye.
Qebûlkirina vê rastiyê herî kêm gaveke ku rayedar dikarin ber bi reformê ve destnîşan bikin.



