Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişên hêzên girêdayî Îranê li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kirin.
Her wiha peyama piştevaniyê da rêveberiya Başûrê Kurdistanê.
Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan têkildarî êrişên li ser Dihok û Hewlêrê daxuyaniyek dan.
Hevserokên giştî bombebarankirina mala Birêz Nêçîrvan Barzanî şermezar kirin û gotin:
“Ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re derbasî be.
Em ji ber êrişên ku di hefteyên dawî de li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin pir xemgîn û bifikar in.
Divê ji bo êrişên îro Îran demildest daxuyaniyê bide û berpirsyaran darizîne.
Hevserokên Giştî yên DEM diyar kir ku Hrêma Kurdistanê bi berdêlên mezin gihîşt vê qonaxê.
Zelal e ku bi van êrişên hanê dixwazin şer û pevçûnê li herêmê belav bikin.
Em ê weke do îro jî li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze erdnîgariya Kurdan bikişîne nav şer têkoşîna xwe bidomînin.”



