Îro fermandariya giştî ya hêzên me Asayîş li parêzgeha Hesekê civînek berfireh li dar xist bi amadebûna hemî efserî parêzgeha Hesekê û her wiha bi amadebûna fermandarê giştî yê hêzên Sûriya demokratîk Mezlûm Ebdî ji bo gengeşî li ser geşedanên dawî li herêmê.
Civînê dosya entegrasyona bi hekometa şamê re hate nîqaş kirin û derbasbûna ji bo pêvajoya nû ji karê saziyan û û şirovekirina rewşa heyî li herêmê .
Di civînê de gelek xalên Sereke hatin zelal kirin ji bo guravên efseran di dema pêş de û çawaniya bikaranîna van guravan ji bo xizmeta berjewendiyên giştî di dema veguhastina nû bi awayekî ku ewlehî û aramiya herêmê û gelê me misoger bike .
Civîn bi dawî bû bi piştrast kirina li ser ku hezên ewlekariya hundirîn Asayîş wê her dem ji bo berjewendiya giştî û tekez kirina li ser ewlehiyê li seranserê parêzgeha Hesekê.



