Meclisa PYD’ê ya bajarê Til Temirê bi boneya Hefteya Lehengiyê li dar xist. Di civînê de bal kişandin ser xurtkirina yekitiya neteweyî.
Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Temirê bi boneya Hefteya Lehengiyê civînek li dar xist. Şêniyên bajar û gundewarên Til Temirê tev li civînê bûn.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir. Di civînê de endamê rêveberiya PYD`ê Şiyar Mihemed axivî.
Mihemed di axafina xwe de girîngiya Hefteya Lehengiyê nirxand û geşedanên siyasî şîrove kirin.
Her wiha Mihemed li dijî êrişan banga xurtkirina yekitiya neteweyî kir û got: “Em jî ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî û parastina rûmet û mafên hemû gelan dixebitin.”
Mihemed di dewama gotinên xwe de şehîdên azadiyê û fedakariya wan bibîr anî û anî ziman ku “Fedakarî û bedelên hatine dayîn divê werin parastin. Divê em êkoşîna xwe berdewam bikin da ku hemû pêkhateyên Rojava bi hev re bijîn û hevgirtî bin. “
Hefteya Lehengiyê di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji agirê Newrozê (21 Adar) ku di heman demê de roja şehadeta Mazlûm Dogan e dest pê dike heyanî 28’ê Adarê an ku roja şehadeta fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) berdewam dike.



