Bi dronan êrişî Hewlêrê û baregeha berê ya NY’yê ya Silêmaniyê hate kirin.
Di saetên şeve de bi du dronên xwekuj êrişî Hewlêrê hate kirin.
Hate ragihandin ku herdu êriş ji aliyê sîstema parastina hewayî ve bê ku bigihêjin armancên xwe hatin tinekirin.
Baregeha berê ya NY li Silêmaniyê hate bombebarankirin
Li aliyekî din bi dronên xwekuj êrişî baregeha berê ya NY’yê ya li Girê Rîaye ya Silêmaniyê hate kirin.
Têkildarî ziyanên êrişê ti agahî bi dest neketine.
Balyozxaneya Amerîkayê bang li welatiyên xwe kir ku ji Iraqê derkevin
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ji ber metirsiya êrişên hewayî yên Îranê hişyarî da û bang li welatiyên xwe kir ku ji Iraqê derkevin.
“Îran plan dike ku zanîngehên Amerîkî li Bexda, Silêmanî û Dihokê bike armanc”
Balyozxaneyê ragihand ku Îran û komên çekdar yên girêdayî wê yên li Iraqê plan dikin ku zanîngehên Amerîkî li Bexda, Silêmanî, Dihokê
Û zanîngehên din yên peywendiya wê bi Amerîkayê re hene bikin armanc.
Balyozxaneya Amerîkayê hişyariya asta çaremîn ji bo welatiyan da ku neçin Iraqê.


