Hin Komên ku li Efrînê niştecih bûne li gundewarê Efrînê bêyî tu destwerdaneke ji aliyê rayedarên peywendîdar ve darên li daristaneke xwezayî ya nêzîkî gundê Tirindê birîn.
Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê ragihand ku kiryarên birîna daran li daristana El Xalidiye ya nêzîkî gundê Tirindê li gundewarê Efrîn hîn jî dewam dikin.
Li wir komên ku li kampa “Kiwêt El Rehma” ya nêzîkî herêmê dijîn darên mayî birîn.
SOHR`ê diyar kir ku aliyê rayedarên peywendîdar ji bo rawestandina van binpêkirinan ti destwerdan nekir.
Ji ber birîna neqanûnî ya daran, zirareke mezin gihîştiye xwezaya Efrîna dagirkirî.



