Li Lubnanê di 2 kampên penaberên sûriyeyî de şewat derket.
Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku duh êvarê di 2 kampên penaberên sûriyeyî yên li bajarokê Bir Ilyas de şewat derket.
Heman ajansê diyar kir ku ekîbên parastina sivîl şewat vemirandin û zirarên mirovî çênebûne.



