Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê di roja 31’an de didome.
Di nava 24 saetên borî de 17 kes mirin û 8 jî birîndar bûn.
Her wiha Trump gefa bidestxistina petrola Îranê xwar.
31 roj e ku şer û rageşiya di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de dewam dike.
Her ku diçe jî ev şer aloziyeke kûr di rojhilata navîn de dide avakirin.
Di nava 24 saetan de 17 kes mirin û 8 jî birîndar bûn
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê amarên 24 saetên borî yên şerê navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê parve kir.
Li gorî wê di 24 saetên borî de li 18 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 360 êriş pêk hatine.
35 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û jêrxanên enerjiya atomî yên Îranê hatine hedefgirtin.
Di encama êrişan de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne.
Trump gefa bidestxistina petrola Îranê xwar
Serokê DYA’yê Donald Trump di hevpevyîneke li gel rojnameya Financial Times de got:
Vebijêrka herî baş ji bo wî bidestxistina petrola Îranê ye.
Trump her wiha ji bo Girava Xargê jî îdia kir ku “gelekî bi hêsanî” dikare ji aliyê artêşa DYA’yê ve bê bidestxistin û pergala parastinê ya giravê lawaz e.
WSJ: Amerîka vebijêrkên leşkerî yên derxistina uranyuma Îranê dinirxîne
Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) nûçeyeke parvekir û xwe spart rayedarên Amerîkayê yên ku nexwest navê xwe eşkere bikin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ev operasyon gelekî aloz û bi rîsk e û dibe ku pêwîstî pê hebe leşkerên Amerîkayê bi rojan an jî demeke dirêjtir li ser xaka Îranê bimînin.
Wan rayedaran angaşt kir ku Trump ji şêwirmendên xwe xwestiye zextê li Îranê bikin da ku li beramberî bidawîbûna şer uranyumê radest bike û heger wisa neke, vebijêrka standina uranyumê ya bi zorê jî li ser maseyê ye.
Her wiha tê angaştkirin ku eger Trump fermanê bide, vebijêrkên alternatîv ên wekî bicihkirina yekîneyên piyade yên deryayî yên midaxeleya bilez û paraşutvanan li herêmê jî hatine amadekirin.
Li Başûrê Lubnanê leşkerekî UNIFIL’ê hat kuştin
Hêzên Demkî yên Neteweyên Yekbûyî yên li Lubnanê (UNIFIL) jî ragihand ku endamekî Hêzên Parastina Aştiyê di encama teqîna guleyekê de li nêzî baregeha wê ya li başûrê Lubnanê hat kuştin û yek jî birîndar bû.
UNIFIL’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku heya niha jêdera guleyê nehatiye zanîn û der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.



