Nîqaşên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyê dewam dike.
Têkîldarî vê 11 partiyên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyaniyek hevpar dan.
Partiyan diyarkirin ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û banga avêtina gavên şênber kirin.
Daxuyaniya hevpar ji aliyê DBP, DEM PARTÎ û partiyên din ên çepgir ve hate dayîn.
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku avêtina gavên şênber beriya her tiştî berpirsiyariya desthilatdariya siyasî ye.
Her wiha rexne li hikûmetê hat kirin ku pêngavên aşitî û demokrasiyê bixe meriyetê navêje û pêvajoyê bes di çarçoveya ewlehiyê de sînordar dike.
Li ser xebatên Komîsyonê jî hat gotin ku êdî li pêşiya avêtina pêngavên şênber tu astengî nemane.
“Divê biryarên dadgeha mafên mirovan a Ewropayê werin bicihanîn”
Her wiha girêdayî şert û mercan ev bang hatin kirin:
“Di destpêkê de divê sepana desteserkirina şaredariyan bi dawî bibe û hevşaredarên bi îradeya gel hatine hilbijartin vegerin ser erkên xwe.
Girêdayî Destûra Bingehîn divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihanîn.
Operasyonên darazê yên li ser partiyên muxalîf bi dawî bibin, gefa girtina partiyan û qeyûman ji rojevê were derxistin.
Ji bo pêkanîna sererastkirinên yasayî divê xebatên Meclîsê werin lezadin.”



