Îro, Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şeri berê xwe da Almanyayê.
Serokwezîrê Almanyayê got ku herdu alî di warê vegerandina penaberên Sûriyê hevkariyê dikin û dê Almanya piştgiriyê bide kesê ku vegere.
Di pêşwazîkirina El-Şeri de Friedrich Merz diyar kir ku ew dixebitin da ku derfeta vegerê bo penaberên Sûriyê dabîn bikin.
Serokwezîrê Almanyayê behsa peymana 29’ê çileyê jî kir û destnîşan kir ku proseya entegrasyona hêzên Kurd di nava dewleta Sûriyê de baş bi rê ve diçe û ev jî garantiyê dide yekbûna welat.
El-Şeri: pêdiviya Sûriyê bi destûreke nûjen heye
Ehmed El – Şeri jî diyar kir ku bêyî paneberên Sûriyê li Almanyayê ew nikarin behsa jinûveavakirinê bikin, çimkî derdora milyonek û 300 hezar sûrî li Almanyayê ne.
El-Şeri careke din dubare kir ku ew qet projeyên parçekirin an jî statuyên cuda di hindirê dewletê de qebûl nakin û gerek çek di destê saziyên leşkerî û ewlehiyê de be.
Her wekî idia kir ku ew niha dewleteke qanûn û saziyan ava dikin û û destnîşan kir ku pêdiviya wan bi destûrekî nûjen heye ku maf û rûmeta welatiyan biparêze.Berî wê jî El-Şeri bi serokkomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier re hevdîtin pêk anî û tê de behsa pêwendiyên herdu welatan kirin.
Hat ragihandin ku geşedanên li Rojhilata Navîn û berjwendiyên hevbeş jî gotûbêj kirine.



