NATO’yê ragihan ku wan muşekeke Îranî ku ber bi Tirkiyeyê ve diçû, bê bandor kiriye.
Berdevka NATO’yê Alison Hart li ser platforma Xˊê, diyar kir ky NATO amade ye rûbirûyî heman gefan bisekine û dê her tiştî pêwîst ji bo parastina hemû hevalbendan bike.
Bi vê êrişê re ji destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn ve, ev cara 4ˊane muşek ber bi Tirkiyeyê ve tên avêtin.
Silêmaniyê-Careke din êrişî baregeha NY ya berê hate kirin
Dih careke din bi dronên xwekuj baregeha berê ya NY’yê ya li Silêmaniyê hate hedefkirin.
Berdevkê Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihandibû ku ti ziyanên canî di êrişê de çênebû.



