Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê ragihand ku 2 leşkerên wê di teqînekê de li başûrê Lubnanê hatine kuştin.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrault jî daxwaza civîneke awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
UNIFIL di daxuyaniyekê de diyar kir ku 2 leşkerên wê yên Hêzên Aştîparêz ên girêdayî UNIFILˊê hatin kuştin.
UNIFIL ragihand ku Kuştina herdu leşkera di encama teqîneke nenas ku wesayîta wan li nêzî Benî Heyan pêk hat.
Her wiha da zanîn ku di bûyerê de 2 leşker jî birîdnar bûn.
Fransayê têkildarî kuştina leşkerên UNIFIL’ê daxwaza civîneke awarte kir
Piştî vê bûyer jî Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrault daxwaza civîneke awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.
Jean-Noël Barrault got ku Fansa bûyera ku li dijî tabûra Fransî ya UNIFIL’ê li herêma Naqora çêbûye şermezar kir.



