Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê bi boneya 4’ê Nîsanê (Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan) semînerek bi sernavê “4`ê Nîsanê vejîna azadiya jin û gelan e” organize kir. Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê jî şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.
Semîner li hola navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan pêk hat.
Di semîner de rol û misyona jinan di dîrokê de ji aliyê Seroka Desteya Jinan a bajarê Kobanê Macîde Hesûn ve hat şîrovekirin. Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî pradîgmaya neteweya demokratîk şîrove kir.
Piştî deqeya rêzgirtinê, Macîde Hesûn dest bi dayîna semînerê kir û bal kişand ser mafên jinan di destûra Sûriyeyê de.
Macîde Hesûn got: “Jin bi saya fikr û felsefeya Rêbe Abdullah Ocalan mafên xwe nas kirine û bi hemû hêza xwe têkoşînê dikin da ku mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.”
Macîde Hesûn destnîşan kir ku divê jin tu carî dest ji xeta berxwedan û têkoşînê bernede û destkeftiyên xwe biparêzin.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî der barê paradîgmaya neteweya demokratîk de wiha got: “Di sedsalên nû de dema ku em li dîrokê vegirin her zanyarek û fîlozofek derketiye xwestiye bi awayekî jiyankirina vê civakê bike. Lê gelê Kurdan bi sedên salan hatin kolekirin û bê maf hatin hiştin. Bi saya pradîgmaya Rêber Apo gelê Kurd xwe û mafê xwe nas kir. Rêber Apo hişt ku gelê Kurd li hemberî dagirkerî û zordariyê serî hilde û mafên xwe bixwazin. Bi saya Rêber Apo gelê Kurd ji qetilkirin, tunekirin, bêmafkirinê re got na û û heta roja îro li ber xwe dide.”
Bi heman boneyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê ya li rojhilatê bajarê Kobanê li avahiya meclisê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.



