Şervanên YBŞ’ê 77’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo bi çandina daran pîrozkirin. Şervanan gotin: “Em weke şervanên YBŞ’ê dixwazin Rêber Apo êdî di nava xwe de bibînin û rojbûna wî bi hevre pîroz bikin.
Şervanên Ezîdxanê bi meşekî dest bi bernameya xwe kirin. Piştre li ser giringiya rojê ji fermandarên YBŞ’ê Întiqam Zerdeşt axivî, rojbûna Rêber Apo pîrozkir. Piştre helbestek li ser Rêber Apo hate xwendin û şervanan dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîrozbe ey Serok Apo’ berzkirin.
‘Em dixwazin Rêber Apo di nava xwe de bibînin’
Piştî axaftinan şervanan şitlên daran çandin. Her şervanekî darek çandin û piştre hêvî û daxwazên xwe anîn ziman. Daxwaza her şervanek heman tişt bû. Şervanan xwestin Rêber Apo azad be. Edî şervan dixwazin Rêber Apo di nava xwe de bibînin. Ji şervanan Arif Şengalî dema dara xwe çand got; “Ji Şengalê heta Îmraliyê rojbûna me pîroz be” şervanê bi navê Şerzad Şengalî jî got; “Rojbûna Rêber Apo rojbûna me hemûyane.” Şervanan dara dawiyê bi hevre çandin û daxwaza xwe kirin û gotin; “Em weke şervanên YBŞ’ê dixwazin Rêber Apo êdî di nava xwe de bibînin û rojbûna wî bi hevre pîroz bikin. Em bi vê hêvî û baweriyê dara xwe ya dawiyê diçînin.”
Şervanan bi lêdana tambûrê û bi gerandina govendê bernameya xwe bi dawî kir.



