Bi boneya 4’ê Nîsanê dê li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên cuda werin lidarxistin û dar werin çandin.
Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar a çalakiyan dane, bernameya çalakiyên li Hesekê, Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê bi vî rengî ne:
TIL TEMIR
Li bajarê Til Temirê îro civîna gel li Xwaringeha Kinêr tê lidarxistin.
ZIRGAN
2’yê Nîsanê dê civînek ji gel re bê lidarxistin.
Cih: Navenda Meclisa Bajar
Saet: 11.00
HESEKÊ
2’yê Nîsanê dê civîneke gel bê lidarxistin.
Cih: Navenda Çandê
Saet: 10.30
DIRBÊSIYÊ
2’yê Nîsanê civîneke gel dê were lidarxistin.
Cih: Bajarokê Sêgir
Saet: 10.00
KAMPA SERÊKANIYÊ YA LI HESEKÊ
2’yê Nîsanê dê civînek ji koçberan re bê lidarxistin.
Cih: Konê meclisa kampê
Saet: 11.00
KAMPA WAŞÛKANÎ YA LI HESEKÊ
2’yê Nîsanê dê civînek ji koçberan re bê lidarxistin.
Cih: Akademiya Bîrdozî ya li kampê
Saet: 12.00
Di 4’ê Nîsanê de dê şahiyên navendî werin lidarxistin. Cih û demên şahiyan wiha ne:
ZIRGAN
Cih: Çerxerêya bajar
Saet: 17.00
DIRBÊSIYÊ
Cih: Geraca bajar
Saet: 11.00
TIL TEMIR
Cih: Qada Îstîqame
Saet: 15.00
HESEKÊ
Cih: Stadyûma Beledî (Stadyuma Şehîdên Bendava Tişrînê)
Saet: 14.00
Ji sibe (1 Nîsan) ve, dê bi beşdariya şaredariyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirganê dar werin çandin.
Komîteyên amadekar diyar kir ku çalakî dê bi hedefa balkişandina ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî, pêşxistina çalakiyên çandî û civakî li herêmê pêk bên.



