Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Antonio Costa bi telefonê li gel Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan axivî.
Costa bang li Îranê kir ku rageşiyê kêm bike û bi hestiyar tevbigerin.
Serokê Konseyê Costa bal kişand parastina sivîl û binesaziyê, daxwaz ji aliyan kir ku rêz ji hiqûqa navneteweyî bigirin.
Berdewamiya peyama xwe de Costa qala Tengava Hurmuzê jî kir û got ku ji bo çûnûhatinê bi Neteweyên Yekbûyî re pêvajoyên dîplomatîk were meşandin.
Her wiha Costa dibêje divê metirsiyên ewlehiyê ya ku Îran derxistiye holê were destgirtin.
Trump bang li welatan kir:Ji bo bidestxistina petrolê tengava urmuzê kontrol bikin
Li aliyê din serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Tengava Hurmuzê de li ser hesabê xwe yê medya civakî bang li welatan kir.
Trump got hemû welatên ku ji ber astengiya Tengava Hurmuzê nikarin pêwîstiyên sotemeniyê pêk bînin yan ji Amerîkayê bistînin, yan jî bi wêrekî biçin Tengavê û bidest bixin.
Her wiha Trump rexne li Fransayê jî kir û wiha got:
“Fransa destûr neda ku balafirên diçin Îsraîlê û alavên leşkerî hildigirin ji qada wan ên hewayî derbas bibin.
Fransa li hember Îranê ti hevkarî nekiriye. Wê Amerîka ti carî vê yekê ji bîr neke.”



