Piştî despêkirina şerê Amerîka-Îsraîl li ser Îranê û êrişên li ser Herêma Kurdistanê, berhemanîna gazê hat rawestandin û qeyrana gazê li Herêma Kurdistanê derketiye.
Li navçeya Akrê ya Başûrê Kurdistanê, welatî ji bo betlekî gazê wergirin, ji saetên şevê de li ber derê kargeha gazê ya Akrê dikevin dorê.
Lê piraniya wan bêyî ku bi dest bixin, gaz xilas dibe û carek din vedigerin malên xwe.
Li gor gotina welatiyan, dabeşkirina gazê bi awayek bêserûber tê belavkirin û tenê hejmarek kêm ya welatiyan karîne gazê wergirin.
Nirxê betlek gazê li cem firoşgehên ku di jêr çavdêriya lijneyan de di firoşin bi 8 hezar û 500 dînar e.
Li hin cihên bazarê di ser 25 hezar dînarî re tê firotin.



