Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî îşaret bi pêvajoya nû ya siyasî kir û got:
Ji niha û pêde, tişta ku divê bê kirin ew e ku qanûnên xizmeta pêvajoyê dikin, demildest werin amadekirin”
Bahçelî di axaftina xwe ya li Meclîsê de bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Wî got ku komîsyona Meclîsê raporeke hevpar amade kiriye û niha dem hatiye ku qanûnên ku vê pêvajoyê piştgirî dikin bi lez bên derxistin.
Bahçelî her wiha got,
Di şertên herêmî yên têkçûnê de, Tirkiye divê yekitî û aramiya xwe biparêze.
Hişyarî da ku her gotin an kirineke ku aramiya hundirî xera dike, dikare zirarê bide welatê.
Bahçelî got, ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê “firseteke dîrokî” ye û bang li hemû partiyên siyasî û medyayê kir ku ji provokasyonan dûr bisekinin.
Wî got: yekitî û biratiya civakê dê bibe hêza herî mezin a welêt.
Bahçelî di dawiyê de daxuyand ku armanca wan avakirina Tirkiyeyeke demokratîk e û ev pêvajo bêguman dê bi ser bikeve.



