Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de axivî.
Tulay Hatîmogullari, bi bîr xist ku êdî ne wextê gotinê ye, divê gavên şênber bên avêtin û berpirsiyarî xist stûyê dewletê.
Her wekî dibêje, ji bo ku Birêz Ocalan karibe pêvajoya entegrasyona demokratîk bi rêk û pêk bimeşîne divê şert û merc bên avakirin.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Newroza 2026’an ji dewlet û desthilatê re peyamên girîng dan, bi milyonan daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û pêkanîna wekhevî û yekitiya demokratîk kirin.
Ji bo wê teqez divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk werin û desthilat li gorî peyamên milyonan kesî tevbigere.
Tulay Hatîmogullari: Di qonaxa 2’emîn a pêvajoyê de, divê gavên qanûnî bên avêtin
Her wekî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku ew di qonaxa 2’emîn a pêvajoyê de ne, divê ew qonax bi gavên qanûnî bê şênberkirin. Birêz Ocalan deriyê wekheviyê vekiriye û nirxandinên wî ji bo komara demokratîk girîng in.
Ji bo wê divê desthilat û dewlet bi lez gavên ku pêvajoya aştiyê xurt bike bavêjin, pêşiya siyaseta demokratik, azadiya fikir û remanê vekin. Çimkî Geşedanên li Rojhilata Navîn çareseriyê li me ferz dike.



