Radyoya Rojava salvegera 13’mîn a damezirandina radyoyê li malbatên şehîdan, şervanan û gelê Kurd û hemû pêkhateyan pîroz kir û destnîşan kir “Radyoya Rojava mîrateya şehîdên Rojava, giştî Kurdistanê û Sûriyeyê ye.”
Radyoya Rojava bi boneya salvegera 13’mîn a damezirandina xwe daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Bi boneya salvegera 13’mîn a damezirandina Radyoya Rojava, em pîrozbahiyên xwe yên herî mezin pêşkêşî malbatên şehîdan, şervanên me yên di hêzên leşkerî û ewlehiyê de, ji gelê me yê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê dikin.
Bi vê boneyê û ji bo bîranîna şehîdên ragihandina azad, di şexsê Egîd Roj, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Îsam Ebdullah, Necmeddîn Hac Sînan, Ezîz Koyluoglu, Seyîd Evran, Heqî Bagok, Şîlan Botan, Rêwan Gênco, Mihemed Reşo, Rohenda Efrîn, Xerîb Welat û şehîd Dilovan Gever, em hemû şehîdên ku ji bo rastî û azadiyê canê xwe feda kiriye bi bîr tînin û soz didin ku rêya wan bişopînin û xewnên wan pêk bînin.
Her wiha em salvegera damezirandina kovara Parêzvan a ku berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê û rastiya qehremaniya wan belge kir û bi her kesî re parve kir û dike û têkoşîna gelê me bi peyvên zêrîn heya roja me ya îro dide xuyakirin, pîroz dikin û serkeftinê ji kedkarên wê re dixwazin.
Radyoya Rojava di 1’ê Nîsana 2013’an de, di şert û mercên dijwar û zehmet, bi derfetên kêm hate damezirandin, lê karîbû di demên berxwedana li dijî rêxistinên radîkal de bibe dengê gel û rastiyê bigihîne raya giştî.
Ji odeyeke biçûk li serê Çiyayê Qereçoxê ku ji aliyê hevalan ve, piraniya wan niha şehîd in, hate avakirin û bi çend alavên teknîk, wan karî li gorî ruhê demê bijîn û bixebitin û bi ked û têkoşîn û bedel gihaştiye roja me ya îro û mohra xwe li dîroka çapemeniya azad da.
Radyoya Rojava mîrateya şehîdên Rojava, giştî Kurdistanê û Sûriyê ye berhem û destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Tevî hemû êrîş û şer ku herêm têde derbas bû, di nav de hedefgirtina navenda Radyoyê di 25’ê Nîsana 2017’an de jî, Radyoyê dev ji xebata xwe bernedaye, lê bi biryardariyeke bê rawestan erka xwe domandiye.
Her wiha rola Dengê Rojava a girîng di parastina çand û hunerê, dîrok û qehremaniya gelê me, ragihandina bûyerên rojane û geşedanan, di belavkirina nêrînên gel û şopandina tevahiya çalakiyên ku çê dibin de dengê jina azad û têkoşer bi rêya hemî bernameyên xwe diyar e.
Di dawiyê de, Radyoya Rojava dê di çarçoveya ragihandina azad de didome, dilsoze bi xwîna şehîdên xwe re. Pabende rastiyê ye û hêzek ji bo belavkirina peyama aştiyê ku her dem rêberê mirovahiyê Rêber Apo wê dixwaze ,dê dengên hemû pêkhateyan her dem bîne cem hev. Ev tiştê ku îro ji hemû dezgehên ragihandina azad tê xwestin ew jî : ji kesên ku dixwazin nakokiyan gur bikin dûr bikevin û peyama aştiyê û demokrasiyê û hezkirinê belav bikin.”



