Hate ragihandin ku baregeha leşkerî ya Artêşa Tirk a li sînorê Bamernê ya li Başûr bi dronan hatiye hedefgirtin.
Baregeha leşkerî li sînorê navçeya Amêdiyê a ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdiatanê ye.
Hate eşkere kirin ku du dron ketine nava baregehê , yek li nava hewşa wê , yek jî li saloneke baregehê ketiye û teqîne.
Li gor agahiyan drona yekem saet 09:20’ê û ya din jî piştî wê 5 deqeyan li pey hev hatiye arastekirin.
Heta niha li ser encamên êrişê ti agahî nehatiye bidestxistin.



