Şandeya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hevdîtinê li gel Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê çûbû Şamê, vegeriya.
Li gorî agahiyên ku çevkaniyên ku şandeya YPJ’ê dane ajansa me mijara sereke ya hevdîtinê şêweyê beşdariya YPJ a nava artêşê ye.
Tê payîn ku şandeya YPJ`ê di derbarê hevditinê de daxuyanî bide.
şande ji çar kesan pêk dihat:
Endamên Fermandariya YPJ Sozdar Hacî û Rohilat Efrîn
Fermandara ketîba Jin a Lîwaya Qamişlo Xalsa Ayêd
Berdevka Ragihandina YPJ Ruken Cemal.



