Xwendekarên beşa Çavdêriya Giran a Fakulteya Zanistên Tibî ya Zanîngeha El-Şerq ku li Reqayê diman, niha ji ber nebûna beşa wan li Zanîngeha Rojava nerazîbûna xwe nîşan dan. Rêveberiya zanîngehê pêşinyarên wan guhdar kirin û dê ji bo dîtina çareseriyekê civînekê li dar bixe.
Rêveberên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê ji bo xwendekaran derfeta pêkanîna ezmûnên wan ên sala xwendinê pêşkêş kirin, gelek xwendekar jî derbasî fakulte û peymangehên her du zanîngehan kirin.
Lê ji ber ku beşa Çavdêriya Giran a Fakulteya Zanistên Tibî ya li Zanîngeha El-Şerq, li Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê tune ye, xwendekar nikarin xwendina xwe ya beşê xwe bidomînin.
Hejmarek ji xwendekarên beşa Çavdêriya Giran ên ku ji Cizîrê ne, ji bo ku Rêveberên Zanîngeha Rojava ji wan re çareseriyekê bibîne li pêşiya Avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xistin.
Xwendekaran daxwaza vekirina beşa xwe kirin, lê dibêjin heke derfet tune be ew dixwazin derbasî beşeke nêzî beşa xwe bibin.
Piştî derbasbûna çend deqeyan rêveberên zanîngehê gazî xwendekaran kirin û li daxwaz û pêşinyarên wan guhdar kir.
Li gorî agahiyên ku xwendekaran dane me, di civînê de wan rewşa xwe ji rêveberiyê re gotine, dê rêveberî jî ji bo nîqaşkirina rewşa wan û dîtina çareseriyekê civînekê li dar bixe.
Li gorî agahiyên ku me ji xwendekaran girtine, hejmara xwendekarên beşa Çavdêriya Giran li Zanîngeha El-Şerq derdora 60 xwendekarî bûn, ji wan 35 li Cizîrê re ne û 25 jî ji bajarê Kobanê ne.



